‘Jinên Sûdanî di pêvajoya aştiyê de dikarin rola xwe bilîzin’
Çalakvana siyasî Rabah El-Sadêq El-Muhdî tekez kir ku jinên Sûdanî di dawîkirina pevçûnan û avakirina aştiyê de xwedî roleke girîng in loma dikarin herêmê careke din ji nû ve ava bikin.

HENAN HERÊT
Mexrib – Jinên Sûdanî her dem di tevgerên siyasî û civakî de roleke bingehîn lîstine. Ji beşdarbûna wan a serhildana gel, heta pêşengiya têkoşîna maf û azadiyê jî heya niha ji bo bidestxistina wekheviyê bi kêşeyan re rûbirû ne.
Aktîvîsta mafên mirovan û siyasî û seroka Partiya Neteweyî ya Sûdanê Rebah El-Sadêq El-Muhdî der barê rastiya jinên Sûdanî, destkeftî û zehmetiyên ku dikşînin, bandorên adet û kevneşopiyan li ser wan û piştî pevçûnan rola wan a di avakirina aştiyê de ji ajansa re me re axivî.
Rebah El-Muhdî li ser jinên Sûdanî ku li gorî hin welatan zûtir mafên xwe yên siyasî bi dest xistine wiha dibêje: "Serhildana Cotmeha 1964'an di rêwîtiya jinên Sûdanê de mîna werçerxê bû. Mafên xwe yên siyasî bi dest xistin, di nav de mafê namzediyê û dengdanê jî hebû. Ev maf jî li welatên din wê demê tunebû. Jinên Sûdanî ji bo wekheviya mûçeyan têkoşiyan û ev têkoşîna xwe heya niha jî didomînin."
'Jinên Sûdanî ji ber şer bi kiryarên hov re rûbirû dimînin'
Der barê pirsgirêkên civakî ku mafên jinan binpê dike Rebah El-Muhdî wiha got: "Li Sûdanê adetên zewaca di temenê biçûk de û sinetkirina jinan gelek navdar bû. Lê bi belavkirina hişyariyên der barê xeterên van rewşan de Sûdanê hin gavan avêt. Ji bo rakirina van pirsgirêkan, gelek ked û hewldan dixwaze. Bandora şer û pevçûnan jî li ser jinan heye, ew bi kiryar, destdirêjî û revandinê re rûbirû ne. Di heman demê de bandorên adet û kevneşopî jî dihêlin jin bi tundî û cudakariyê re rûbirû bimînin. Jinên Sûdanî di qaliban de sînordar dimînin û nikarin bi azadiya xwe tevbigerin. Tevî ku koletî bi dehan salan e ji holê hatiye rakirin, hê jî bandora wê heya niha zindî ye."
Bandora adet û teqelîdên civakî li ser jinan
Rebah El-Muhdî bal kişand ser bandora adet û kevneşopiyên çandî yên Sûdanê li ser rola jinan û wiha berdewamî da gotinên xwe: "Hinek adetên civakê hene ku astengiyan ji jinan re derdixin. Weke hêviyên civakî yên der barê xemilandin û şahiyên ku gelek dem û pere dixwazin, bandorê li rola hilberîner û beşdarbûna bi bandor a jinan di civakê de dikin. Xemilandin nasnameya civakî ya jinên Sûdanê, niha ji bo jinan bûye barek giran di warê aborî û derûnî de."
Ji nû ve pênasekirina rola jinên Sûdanî
Rebah El-Muhdî da zanîn ku tevî kêşeyan hewl tê dayîn rola jinan di civaka reşik de ji nû ve pênase bike û wiha pêde çû: "Gelek rêxistin ji bo zanakirina jinan der barê xeteriyên adetan de, dixebitin. Balkişandina ser kêşeyan gaveke bingehîn e ji bo rizgarkirina jinên Sûdanî ji qedexe û astengiyên civakê. Jin ji bo bidestxistina mafên xwe yên siyasî û hiqûqî têdikoşin. Guhertin tenê bi zagonan ne pêkan e divê guhertin di çanda civakî de bê kirin."
Rola jinan di pêkanîna aştî û avakirinê de
Li ser rola jinên Sûdanî di pêkanîna aştî û avakirinê de bi taybetî piştî pevçûnên ku li herêmê rû dane û wiha axaftina xwe domand: "Jinên Sûdanî wê roleke aktîf di avakirina aştî û avakirina herêmê de bilîzin. Gelek herêmên Sûdanê wek Derfûr, Nîl El-Ezraq û Senar ziyanên mezin ji pevçûna dîtin di nav de tundiya li ser jinan, revandin û êrîş jî hebûn. Sûdan niha di nava aloziyek mirovî de ye. Her wiha 12 milyon koçberên wê jî hewcedariya wan bi çareseriyên siyasî heye. Di dîrokê de jinên Sûdanî di parastina jiyanê û parastina civakê de roleke girîng lîstine. Jin dikarin cudahiyên siyasî û civakî derbas bikin û riyeke femînîst a aştiyê biafirînin."
'Ger pirsgirêk çareser nebin aştî ne pêkan e'
Rebah EL-Muhdî hewcedarî bi kampanyaya jinan ji bo aştiyê dît û wiha axivî: "Divê hemleyên jinan ji bo aştiyê bi riyên cuda bên avakirin. Di nav de danûstandinên bi aliyên şer re bên çêkirin. Zext li hêzên herêmî û navneteweyî yên ku piştevaniya şer dikin, bê kirin û li ser însiyatîfên dîplomatîk ên ku piştgiriya doza Sûdanê dikin, bixebitin. Girîng e ciwan jî beşdarî van hemleyan bibin, ji ber wan jî ziyanê ji ber êrîş û pevçûnan dîtine. Aştî ne pêkan e ger ev pirsgirêk neyên çareserkirin."
'Pêşxistina jinan pêşxistina îstîqrara civakê ye'
Di çarçoveya xebatên navneteweyî yên ji bo piştgirîdayîna beşdariya jinan di pêvajoyên aştiyê de, Rebah El-Muhdî bal kişand ser girîngiya aktîfkirina biryara Neteweyên Yekbûyî ya 1325'an ku tê de girîngiya beşdariyên jinan di pêvajoyên aştiyê de tîne ziman. Rebah got: "Sûdan ji bo bicihkirina vê biryarnameyê planek neteweyî çêdike. Divê rêxistinên jinan ên 'Mensem, Nûn û Cisir' hemleyên xwe xurtir bikin. Em hêvî dikin pêşeroja tevgerên jinên Sûdanê wê baştir bibe. Jinên Sûdanê di têkoşîn û guhertinê de xwe îsbat kirine. Pêşxistina jinên Sûdanî erka bingehîn a pêşxistina îstîqrarê di civakê de ye."